bağlantılarınızdan dolayı klipleri kesik kesik seyrediyorsanız, lütfen kesintisiz seyretmek için 1 kez tamamen seyrettikten sonra lütfen tekrar play a basınız.
Hevpeyvîn Serap Sonmez
Di nav Festîvala Muzîkê ya Navneteweyî ya Stenbolê de ku ev 34 car e deriyên xwe ji bo muzîkhezan vedike dîsa muzîka kurdî nîn e. Me sedema vê yekê meraq kir. Ma muzîka kurdî nikare beşdarî festîvalên navneteweyî bibe, muzîka kurdî ber bi ku ve diçe?
Me bi Serap Sonmez re hevdîtinek çêkir ku ew yek ji endamên Koma Amed bû; ev kom salên dirêj di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê de kar kir. Sonmez nexwest li ser navê NÇM’ê biaxive lê li ser navê xwe, li ser muzîka kurdî, pêşketina wê, beşdariya wê ya di festîvalan de, xebatên xwe bersiva me da û meraqa me anî cih…
Li Tirkiyeyê di serî de Festîvala Muzîkê ya Navneteweyî ya Stenbolê û dîsa festîvalên mezin ku li dar dikevin muzîka kurdî beşdar nabe. Çima?
Tiştê yekem, di nav çalakiyên ku saziyên dewletê têde cih digirin de ne mimkûn e em temsîliyeta muzîka kurdî têde bibînin. Ev bi demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ve girêdayî ye. Wekî mînak tê bîra min, di Festîvala Fîlman a Antalyayê ya dawî de Mercan Dede tevî Aynur Dogan derketibû ser dikê, li hemberî Mercan Dede reaksiyonên “Di Festîvala Fîlman a Antalyayê de çawa kurdî tê strîn” nîşan dan.
Bi çavê pêşkêşkirina huner û estetîkî li temsîliyeta kurdî nanêrin. Ji ber kurd an kurdî ye, ev yek derdikeve pêşberî her tiştî û bêwate pêşdarazî, reaksiyon derdikevin. Raste rast refleks û redkirin derdikeve holê.
Heta niha muzîka kurdî beşdarî festîvalên muzîkê nebû. Tiştê yekem min got. Tiştekî din û yê herî girîng jî, di nav muzîka kurdî de, yan jî muzîka bi kurdî de potansiyeleke ber biçav ku bikaribe beşdarî van festîvalan bibe derneketiye holê…
Ev festîval bi giştî li ser muzîka klasik a rojavayê pêk tê. Di nav de carinan nasnameyên etnîkî jî pêk tên, hin cureyên ceribandî xwe nîşan didin lê bi giştî kom û kesên ku li ser muzîka klasîk a rojava dixebitin beşdarî van festîvalan dibin. Lê ne wisa be jî muzîka kurdî xwe têde nabîne. Muzîka kurdî zêdetir di nav çalakiyên alternatîf yan jî yên ku em bibêjin çepgirin de dikare cihê xwe bigire. Di nav xebatên ku li tiştekî cihê digerin de jî cih digire.
Li Tirkiyeyê muzîka kurdî hê xwe negihandiye şêweya klasîk, caz, ne jî di rastiya xwe de negihaye şêweya rock û hip-hop, bi cureyên ceribandinî yên cihê. Hê nû nû dest pê dikin. Wekî mînak kes û komên ku îdîa dikin ku muzîka rock çêdikin (dema em li krîterên muzîka rockê binêrin) ne li gor van pîvanan in, tenê tema rockê didin. Tiştek nabe, ev bi xwe jî xweş e. Dibe ku bi kulekî pêş dikeve lê li tiştên nû tê gerîn û tiştên nû têne ceribandin. Di rewşeke ku hê nû bi quncikekê muzîka rockê hatiye girtin de, îcrakirina muzîka klasîk û orkestrayî ya ji bo kurdan dê zortir be û demê bigire. A rast dema hûn binêrin bibêjin leza wê heye yan a, ez nizanim.
Li parçeyên din ez bawerim rewş cihê ye …
Mirov dikare bi pircureyî li temsîliyeta muzîka kurdî binêre. Li Îranê muzîka kurdî cihê ye. Wekî mînak li Îranê di nav festîvalên gelek mezin de kurd cihê xwe digirin. Îranê ku kes naecibîne ji aliyê nêzîktêdayîna ji bo kurdan ve ji Tirkiyeyê erênîtir e. Muzîkarên kurd li wir bi perwerdehiyeke baş hem muzîka kurdî, hem muzîka Îrfan a Îranê û hem jî muzîka klasîk a rojavayê hîn dibin û beşdarî festîvalên ku di warê hunerî de gelek bi qed û qîmet in dibin. Dîsa li Rusyayê gelek kurd hene ku perwerdehiya muzîka klasîk dîtine. Mamostetî dikin, dinivîsin, xêz dikin di vî warî de. Lê ev jî kes in. Kom saz nekirine, orkestra ava nekirine û bi vî awayî hewl nedane xwe ku temsîliyeta kurdan bikin.
Li Almanyayê orkestrayeke ku Îqbal Hîcabî saz kiribû hebû. Klasîkên kurdî, sirûdên kurdî bi orkestrayê lê dida.
Ji bilî vê, hem ji aliyê şêweya festîvalan ve temsîliyeta muzîka kurdî pêk nayê, hem jî ji aliyê astê ve. Lê di nav festîvalên muzîka etnîk de, cureperformansên cihê ku pêk tên de kes û komên kurdî ku bikaribin beşdar bibin hene.
Lê ew jî heta niha beşdarî van çalakiyan nebûne. Ger kom û kesên ku baş muzîka kurdî çêdikin hene, wekî mînak par li Stenbolê Festîvala Muzîka Etnîk ya Navneteweyî li dar ket, çima beşdar nebûn?
Li cem me hin xuy (hînbûn) hene. Xuyên me yên xirab hene ku tiştê ku mafê me ye jî ji bo bidestxistinê em zor nadinê. Wekî mînak meseleya mafên telîfê heye. Berhemên her kesî hene, mafên wan maf e, lê wekî ku mafê me li ser berhemên ku me nivîsandine, derxistine holê nîn be, em dieciqin. Em wan hîbe (bexş) dikin. Berê tiştê ku me dikir bexşandina wê dibû, biwate bû lê binasname, bikeda xwe mirov xwedî li berhemên xwe derdeve tiştekî rast e.
Her çiqas em bibêjin dewlet destûrê nade tiştên wisa jî, ji aliyê beşdariya van festîvalan ve ne wekî beşdar, ne jî wekî temaşevan ez nebawerim ku bi awayekî rast û dirust serî lêdabin. Em van deriyan dehf nadin. Dewlet bibêje na jî, ji bo ku vê na’yê bikin erê, zêde hewl, serîlêdan nîn in.
Baş e, te got muzîka kurdî hêdî hêdî pêş dikeve. Çima ne lez, hêdî pêş dikeve? Pirsgirêk bi muzîkaran re ye, bi saziyan re ye… Gere em li ku derê li pirsgirêkê bigerin?
Pirsgirêk di her tiştê ku şerê vejînê dide de ye. Pirsgirêka kesan, saziyan, xuyên me, tirsên, kompleks, ez çi dizanim di her tiştî de pirsgirêk heye. Wekî mînak sedema ku hêdî diçe ev e ku hunermend ne di nav lêgerîneke xurt de ne. Hin tişt li ser eleqe û hewesê derdikevin holê. Pêşî fikra li ser, bawerî û feraset dernakeve, tevgera li ser zewq, ecibandin, hewesê û hestên dem demî pêş dikeve. Di vê lêgerînê de zanîn nîn e. Ji ber vê yekê di her kêliyê de ji bo hilpekîna li aliyekê mimkûn e. Ev jî ne muzîkê dike muzîk, ne jî muzîkar dike muzîkarek baş. Di nav saziyên me de tiştê lê hakim e, meşandina roja têde ne, îdarekirina vê rojê ye ku ev li ser muzîk û hunera me jî serdest e. Li cem me fikirîna demdirêj nîn e. Ji muzîkaran heta siyasetmedaran ev bi her kesî re heye. Ji ber vê yekê, dema muzîk, fikir, hest ne ji bo demdirêjî bin, parçe dibin, kêm û hişt dibin. Ji bo ku xwe bigihînin zanîna vê yekê jî hewldan nîn e. Naxwînin, li muzîkê guhdarî nakin, nîqaş nakin, ceribandinan pêk naynin û ji ber vê yekê têk diçin.
Tiştekî din jî festîvalên kurdan hene. Komên kurdan beşdar dibin. Festîvalên kurdan tiştekî li muzîka kurdan zêde dikin?
Di nav festîvalên kurdan de tiştê herî bi awantaj ew e ku di nav festîvalan de huner tê afirandin di atolyeyan de, tiştekî din jî hunermendên nû, jîrektiyên nû… Wekî mînak dengbêjek ku heta niha me qet lê guhdarî nekiriye, hunermendekî ku me heta niha qet nedîtiye di nav van festîvalan de derdikeve…Lê siûda me ya ku em van bibînin, nas bikin kêm e.
Bi têra xwe qîmetê nadin atolyeyan û bi têra xwe piştgirî nadin ciwanên ku li wan bajaran dijîn, bikevin dû meraqa xwe, dû pirsên xwe û berhemên nû derxin. Zêdetir yên populer, yên ku dê deng derxin, hunermendên ku ji dûr ve ji wan tê hezkirin, tiştên vîtrînî serdest e.
Bi ya min festîval ji hedê xwe derketiye. Li Tirkiyeyê festîvaleke ku 9 rojan berdewam bike û têde her beşê hunerê hebe nîn e, lê li Amedê ev yek heye. Û hêza wan hebe, nîn be, bajarên din ên kurdan jî festîvalên xwe dişibînin vê festîvalê, dixwazin wekî wê bin. Amed bi xwe ji hêza xwe mezintir festîvalê li dar dixe. Niha hê nû nû baştir dikin. Wekî mînak îsal bi butçeyeke kêm, festîvaleke kurtir li dar xistin. Lê nêzîktêdayîna populîst a festîvalê hê ji holê ranebûye.
Li Tirkiyeyê muzîka kurd bi ku ve diçe? Di demên pêş de kes û komen ku dê bikaribin di qada navneteweyî de muzîka kurd temsîl bikin dê derên?
Bi ya min peyva muzîka kurd peyve binîqaş e. Muzîka kurd an muzîka bi kurdî? Niha ji ber ku ew kesê/a ku kurd e û muzîkê çêdike dibe muzîka kurd, yan ji ber ku gotinên wê bi kurdî ne? Emê ji muzîka enstruman re çi bibêjin? Ev peyv şaş in, şaş têne bikaranîn.
Mesele çi ye, tu çi dibêjî?
Ez dibêjim: muzîka bi kurdî.
Baş e, wê çaxê ez pirsê wisa formule bikim: Li cihekî ku muzîka bi tirkî hakim be, li gor gotina te muzîka bi kurdî ber bi ku ve diçe?
Muzîka bi kurdî niha ji cihên ku muzîka bi tirkî têre derbas bûye, di wir re derbas dibe. Lê mixabin wisa dixuye ku di kurtedemê de dê tecrubeyên baş bi dest nexe. Gelek tiştên ku di televîzyonê de em tirkiya wan dibînin, kurdiya wan tê çêkirin. Di nav muzîka bi kurdî de qopyeya xerab a gelek tiştî derdikeve. Ji ber ku bi kurdî ye wekî ku xwedî li vê tiştê çewt û xerab derkevin. Lê mixabin ev tiştên bi jehr in ku ziman û hesta kurdî bikar tînin.
Ez nizanim hûn li MMC temaşe dikin? Berbat e, bi qasî ku mirov jê fedî bike klîbên xerab têne nîşandayîn, stranên xerab distrên. Tiştên ku di televîzyonên tirkan bi xwe de neyên nîşandayîn têne nîşandayîn. Dema em sedemên vê dipirsin, dibêjin, ‘Bi têra xwe klîb nîn in.’ Yanê ji ber ku klîb nîn in, em daxwaza xwe, asta xwe dixin bin erdê. Her çiqas baş tênegihîjin jî ev yek diçe mala mirovan, dikeve mejiyê wan, rihê wan û ew tiştê ku em jêre dibêjin pîroz, em dibêjin em xwedî lê derkevin wan rezîl dike, dike cihê laçikekê. Paşê jî wekî ku em mecbûr bin xwedî li vê laçikê derkevin tevdigerin. Niha, sibê, du sibê ez rojekê klîbekê çêbikim ez dixwazim ji MMC re bişînim, lê li aliyê din; ez naxwazim ez di vê kanalê ku stranên berbat têde têne pêşkêşkirin derkevim.
Me got muzîka bi kurdî. Tiştekî din heye ku muzîkar bêyî ku hakimê kurdî bin, bi jiberî stranan distrên. Di vî warî de tu çi dibêjî? Ev bi xwe jî ne pirsgirêkek e?
Ez bi xwe jî baş bi kurdî nizanim. Zaravaya min zazaki (dimilki) ye, lê ez dikarim bibêjim êdî ez kurmancî ji zazakî baştir dizanim.
Di destpêkê de ez bi ser nediketim, lê min gotinên di stranê de fêm dikirin û min bala xwe dida telafuzeke baş. Jixwe ger neyê fêmkirin tu nikarî wê stranê baş vebêjî. Ger wî zimanî nizanibe jî mafê kesî nîn e ku zimanê wê stranê xera bike û telafuzeke xerab pêk bîne. Ger nikare bila nestrîne.
Pirsa dawî: tu li ser tiştê nû dixebitî. Rewşa te ya dawî çi ye, tu çi dikî niha?
Ez çi dikim…Ez niha li ser tiştên ku heta niha ez hîn bûme û min fêm kirine dixebitim û dikim ku wan bixim nav muzîka xwe. Payîzê ez dixwazim dest bi xebata derxistina albumeke bikim. Û heta payîzê ger cihên baş hebin, ez dixwazim derkevim ser dikê, ji repertuara xwe ya nû stranan bistrêm.