header

Contact
| Home
   
Özel Arama
header
Google

Ana Sayfa
Sitede Ara
Resim Galery
Müzik Dinleyin
Sanaçiların Diyer Klipleri
header header
header
mehmet-kan
Rojda

Roja, di sala 1978’an de li gundê Tutun a Misirca (Qurtalanê) Sêrte hatiye dinê. Piştî xwendina dibistana seretayî, ji bo berdewamkirina dibistanê hatiye Stenbolê.

Di sala 1991’ê bi hatina Stenbolê re, di nav Koma Gulên Xerzan ku birê wî yê muzîkar Çiya ava kiribû de cih girtiye.

Rojda, piştî salên 1993 di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê de cih girt û hê jî di bin banê NÇM’ê de kar û barê muzîkê didomîne.

Albuma wan a yekem bi navê 'Ji Bîr Nabin' derdikeve û dûra di sala 1997’an de 'Sonda Me' derdikeve.

Strana “Helîmcan” a di “Sonda Me” de ji bo Rojda pêşketineke girîng e û êdî her kes wê dengê ku “Helîmcan”ê dilorîne meraq dike.

Rojda, sala 1997 an de di nav Koma Asmîn ku ji 11 jinên muzîkar pêk tê de cih digire û piştî demekê ji ber kar û barê xwe yê zêde ji komê vediqete.

Rojda ku di sala 2003’yan de bi muzîkar Alaettîn Aykoç re dizewice, êdî ew û Aykoç xebata xwe ya muzîkê bi hev re didomînin.

Di sala 2005’an de bi albuma “Rûkena Min” bi eleqeyeke baş re rû bi rû dimîne û dûre ji bo stranên “Memet Kanî” û “Elo Dîno” klîban dikişîne, têde cih digire.

Rojda, sala 2006’an de ji Koma Gulên Xerzan vediqete û hê jî ew xebata xwe ya muzîkê bi tena serê xwe didomîne.


XEBATÊN HEVPAR

Di rêzealbuma Şahiya Stranan ya duyem de ya NÇM’ê de bi strana “Henê bînin”, di albuma “Şevbuhêrka Dengbêjan” ku ji aliyê Mîr Muzîk û Roj TV ve hatiye derxistin de bi strna “Yadê Rebenê” cih digire.

Her wiha ew di albuma Rotînda ya bi navê “Nayê Gotin” de stranan “Çiya Bilind” e distirê û di albuma Şivar Perwer de jî bi vokalê cih digire.

Dîsa projeya reqsa modern a NÇM’ê “Mem û Zîn” de bi “Sebrê” û “Lê Bûkê” cih digire, û bi muzîkar Ayfer re jî projeyeke bi navê “Şînên Jinan” amede dike û çend caran li Amedê û Stenbolê derdikeve ser dikê.

Rojda ku heta niha beşdarî gelek konser, bernameyên tv’yan bûye, niha li ser albuma xwe yan û ya bi tenê dixebite.
 
< Önceki   Sonraki >
header